banner2


Welatê min!
Disa tu hat peş çavê  min.
Her  dera  te bû wêran,
Tu naçi ji bîrû bala min.

Welatê min!
Kânê zavû zêçên te?
Kânê kîzû xortên te?
Kânê pîrû kâlen te?

Welâtê min!
Kânê pirakû peyên te?
Kânê zanînû xwendevanên te?
Kânê rêw ronaya te?

Welâtê min!
Ma çer bûyi li bate?
Kâ wa bayê tenê hunik?
Kânê gulû kulîlkên te?

Welâtê min!
Kânê îro xwedyê te?
Çima tu hustu xwar mayi?
Şinayî işk bûyi li ba te?

Welâtê min!
Kânê egitû jihatyên te?
Kânê pirtikû helbestên te?
ji hêsrê çava jî hêsret mayî.
Kânê şênayî û şayên te?

Welâtê min!
Kânê lawik û kîzên te?
Kânê ewladû nebyên te?
Kânê zikşewutyê dêw bavê te?

Welâtê min!
Kâne zânaat û hunerên te?
Kânê mektebû medresen te?
Kânê zakîrû şâkîrên te?

Welâtê min!
Hebûna te hebûna mebû.
Lê, ez di tunebûna te da wenda bûm.
Erdê te, ava te dewlemenda me bû.
Lê,  va wendabûnî çima barî li ser te? 

Welâtê min!
Çima te xu xemlandiyê ji xunê?
Ev hâl li te nayê, rabi ser xu!
Dest bide vi birindarî û gelê xu.
Bila hêdî tunebûnî nebi li ba te.
Bila hêdî xerabûnî çênebi li ba te.
Rehma Xwedê bibari li ser te.
Gulû sosin hişinbin li her dera te.

Ya Xwedayê minê bi rehmû kerem!
Tu vî gelê me çê biki,  bila  rabi kulû elem.
Hewcedârya  me hew ji rehma te heyi.
Bi tekwaw îbadet bi, li her derê û her dem.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.