Şanlıurfa özel şanmed hastanesi, şanmed hastane
Ömer YILDIRIM

Dayîk Derîyê Bihûştêye


Ömer YILDIRIM
10 Mayıs 2014 Cumartesi 17:24

Ma heye ê qasî dayîka pêwîst û girîng! Kî kete jîyana me ma derneket, neçû? Kesî ku jîyana meda ma qasî dayîka me qewîn ma?  Ma kes wi qasî hez kir, girîng dît, wi qasî fikirî? Û wesaîre pirs hîn dewam dikin. Mîrov nikane dayîka kesîra qiyas bike. Çimkî dayîk canî xweda cana, xwîna xweda xwînê didin.Vayê tenê dayîk dikin. Neh meha canî xweda can, xwînê xweda xwînê dide te.

Dayîk we bêberdêlî hezdikin û wera rindîyê dikin. Her demê cem wene û tim wera amadene. Xetayê we gîşkîya efû dikin. Lê tu cara jî xetayê we ruyê we naxe.Bila ma bê dayîka kî vana dike? Tu cara hûn hevalekî û dostekî vana nikanên bibînên. Çimkî tu hezkirin naghîşên hezkirina dayîkan. Tu hezkirin şuna hezkirina dayîkan narge!

Hezkirina tewe xweş a dayîkane. Hûnê nexweş bibine a dayîk wera şorbê çêbikê, evîna xwe a nav şorbê kê. Hunê zorêda bimînêne a ewa bighîşê weye.

Dayîk wexta hûn ecîz, feqîr, bêçarebûn ji bo we şev xewa xwe heram dikir heta sibê bende xwe disekinî û duxast hûn êşekê nekşînên. Ji bo we xwe dikire sîper. Hun vayê duxazin bibînin mirîşkê kurk binêrin!

Boyî zarokê xwe quweteke pir heye, şefqateke pir, merhameteke pir, dilekî dewlemend, rihekî qewwet heye. Lazime em layiqe dayîka bin. Dayîn wexta welidîyê yek cara can didin lê tu cara naxazin canî te zehmetê bibîne! Naxwe xarin dide, venaxwe vexwarin dide, ranakeve te razandin dide! Ji bo vana jî tu cara jî berdêlî naxaze.

Dînê me jî pire pir giringî daye dayîkane:

Dayîk û Bavê xwera….. rindîyê bikin (Beqara-83)

Mesala Hz.İbrahîm bavî xwe bawerî lê nedikir lê tu cara zimanekî tuj pira tiştek negot!  Mus’ab Bîn Umeyr dayîka xwe ji bo dînê berde pir uxraş da lê tu cara pira şoreke tuj negot. Qelbî/dilî wana neşkand. Rojekê sahabîyekî Peyxamber ra(s.x.l) gotîye ‘‘Min dayîk û bavê xwe girî berda û hatime hîret kirin꒒ Peyxamber (s.x.l) gotîye: ‘‘ Her ete ewna çiwanî girî kirin wirga jî bikenîne’’

Quranê da dibê dayîka xwera ‘‘offf’’ dîsa mebin. Disa Quranê da dibê dayîk û bavê we yek yan herdû cem we îxtîyar bun kî bihuştê qezenc neke heyf wana ra. Peyxamberî (s.x.l) me gotîye duayê/lavayê sê kesa têpejirandin : ‘‘1. Lavayê mezluma  2. Lavayê mîvana ê sisîya(3) jî lavayê dayîk û bava ne.

Ebu Xureyre gotîye kesek hate cem Hz. Peyxamber pirs kirîye kî hîn pir layiqe rindîkirinêye?

Peyxamber (s.x.l) gotîye dayika te.

Dîsa pirs kirîye gotîye dayîkê şunda kîye gotîye dîsa dayîke,

Dîsa pirs kirîye gotîye dayîkê şunda kîye gotîye dîsa dayîke,     

Dîsa pirs kirîye gotîye dayîkê şunda kîye gotîye Bave.

Em vê mînakê da jî fem dikêne ku dayîn bendey bava jî hîn girînge!


YORUMLAR
Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
Şanlıurfa organize sanayi müdürlüğü, yatırım için herşey hazır
Kurumsal

İçerik

Gündem

Siyaset

Teknoloji

Yukarı Çık
Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları haber kaynaklarına aittir, hiçbir şekilde basılı ya da elektronik bir ortamda (CD, Internet vs.) kaynak gösterilse bile izin alınmadan kullanılamaz. © Copyright 2015 Balikligol.com