Advert
Advert

Mermîya topê kete Riha-Aqçaqale’yê

Ji alîyê Sûrî ve mermîya topê kete navçeya Akçakele ya Riha’yê.

Mermîya topê kete Riha-Aqçaqale’yê
Mermîya topê kete Riha-Aqçaqale’yê

Ji alîyê Sûrî ve mermîya topê kete navçeya Akçakele ya Riha’yê. Di encama teqînê de li gor agahîyên 5 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Hate dîyarkirin ku bi ketina mermîya topê gelek hemwelat birîndar bûne. Li gor agahîyên ewil di mala ku mermî ketîyê de yek zarok, 3 kesan jîyana xwe ji dest dane. Govavanan anîn ziman ku piştî mermîya ewil cihê bûyerê bi çembera ewlehîyê hate girtin. Lê belê tê gotin ku mermîyek din jî ket navçeyê. Di vê teqînê de jî hin kes mirin hin kes jî çêbûne. Hin rayedaran gotin ku heta niha 5 kes mirine.

Her wiha hate dîyarkirin ku piştî bûyerê gelek ambulans hatine cihê bûyerê û birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Li ser bûyerê gelê Akçakale’yê, bi alîyê qeymeqamîyê ve meşa protestoyê pêk anîn. Hate gotin ku li ser protestoyan qeymeqamê navçeyê bi erebeyeke zirhkrî ji qeymeqamîyê revîya ye.

Sende Yorumla...
Kalan karakter sayısı : 500
İLGİNİZİ ÇEKEBİLİR X
Urfa'ya hasta ziyaretine gelen kişiyi kan davalıları öldürdü öldürüldü
Urfa'ya hasta ziyaretine gelen kişiyi kan davalıları öldürdü öldürüldü
İşte Harran Üniversitesindeki öğrenci sayısı ve Urfa'daki öğrenci sayısı..
İşte Harran Üniversitesindeki öğrenci sayısı ve Urfa'daki öğrenci sayısı..